Hano û 49Books li Pêşangeha Pirtûkan a Yoteboriyê 2026

Îsal jî 49Books û Hano beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Yoteboriyê (Bokmässan) dibin, ku ji 24 heta 27ê Îlona 2026an li Svenska Mässan pêk tê.

Li standa A01:19 hûn dikarin hejmara herî dawî ya kovara Hano bibînin û pirtûkên nû yên HANO Children’s Books bi soranî, kurmancî, farisî û erebî nas bikin.

Ji bo zarokan: li standa me dê demên xwendina pirtûkan û lîstikan ji bo zarokan hebin. Zarokên xwe bi xwe re bînin!

Bilêtên belaş ji bo roja Şemiyê, 26ê Îlonê: 49Books ji bo 300 mêvanan bilêtên ketinê peyda dike. Ji bo wergirtina koda bilêtê, ji kerema xwe pêşî vê formê tijî bikin. Paşê em ê we agahdar bikin.

Em li benda we û zarokên we ne!